Hilbijêrên li Brîtanyayê: Em ê derseke dîrokî bidin dîktator

Li London, Manchester, Leîcester û Edînburgh ku bajarên Brîtanyayê ne, xelk ji bo tûra duduyan a hilbijartinê cardin çû dengê xwe da.

Tûra duduyan a hilbijartina Serokkomariyê, hilbijêr li London, Manchester û Leîcester ku bajarên Brîtanyayê ne, dengdayîn dest pê bû. Li Brîtanyayê mafê dengdayînê yê 64 hezar û 45 kesan heye. Bi taybetî serê sibehê li Londonê eleqe ji bo dendgayînê gelek bû.

Koordînasyona Hilbijartinê ku Kurd, Elewî, şoreşger û komeleyên herêmî ava kiriye, ji Alxasî, Navenda Civaka Kurd, Nûnertiya CHP’ê, Kampa Federasyona Elewiyan û Dersim-Der’ê û gelek cihên din, bi mînîbês û otobêsan gel dibe ser sindoqan da ku dengê xwe bidin. 

Bi taybetî kesên navsere û bi emir ku eleqeya wan ji bo hilbijartinan gelek e, got: ‘’Me hêvî zêde kir. Wê dîktator biçe, gel bi ser bikeve.’’ 

Dengdayîn li London, Manchester û Edînbûrghê wê 24’ê Gulanê bi dawî bibe. Li herêma Leîcesterê jî wê hilbijêr bi tenê du rojan bikarin dengê xwe bidin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê jî bi taybetî li Londonê ji bo hilbijêran bibe ser sindoqan pir dixebite. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo kesên agahiyên xwe yên hilbijêriyê di pergalê de nabînin, maseyek ava kiriye.

Koordînasyona Hilbijartinê, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, bi vîdeo û afîşan bang dike ku bê ka dengek jî çiqas giring e.

 ‘EM Ê DERSEKE DÎROKÎ BIDIN’

Hevseroka Navenda Civaka Kurd Turkan Bûdak ku li herêma sindoqan agahî dan ajansa me, got: ‘’Em Koordînasyona Hilbijartinê, xelkê dibe ser sindoqan. Serê sibehê eleqe gelek bû. Li herêma sindoqan 35 sindoq hatine danîn, ji ber ku vê carê yek e, deng zû tên dayîn. Em Tifaqa Ked û Azadiyê li ser sindoqan in û bi gelê xwe re moral û hêviyê zêde dikin. Me tûra yekemîn bi dîktator da wendakirin û em ê tûra duduyan wî bi temamî biavêjin ser sergoyê dîrokê. Em ê derseke dîrokî bidin dîktator.’’

‘GEL BI HÊVÎ YE’

Bijîşk Mîhat Îshaq ku bi malbata xwe re ji rêya 4 saetan hatiye Londonê, anî ziman ku ew cara duyemîn hatine ser sindoqan û got: “Me ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe da. Em ji bo pêşerojeke baştir dengên xwe bidin.”

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Mûstafa Dogan jî wiha got: “Eleqeya ji bo sindoqan heye. Gel hêviyên xwe diparêzin û ji bo hatina biharê ber bi sindoqan ve diherikin. Gel di 14’ê Gulanê de li rejîmê da windakirin. Eger em niha hêviyê mezin bikin, em ê bi ser bikevin.”

Akademîsyen Zohre Dogan li ser navê Partiya Çepên Kesk  li ser sindoqê erkdar e wiha got: “Li Brîtanyayê xebatekî birêxistinkirî heye û gel dibin ser sindoqan. Ez bi hêvî me, kedekî mezin heye û wê ev ked bigîhije serkeftinê.”

‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN, DENGEK PIR GIRÎNG E’

Rêvebira Cemxaneyê Sevgî Aksû wiha got: “Em ê vê guherînê pêk bînin û dîrokê binivîsînin. Di 14’ê Gulanê de bêmoraltî çêbû, lê em dibînin ku heviyek geş dibe û em ê berxwedana xwe mezin bikin. Nebêjin tenê dengek e, dengek pir girîng e.”

‘ÇEKA ME YA HERÎ MEZIN YEKÎTIYA ME YE’

Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Muslum Dalkiliç jî anî ziman ku helwesta hilbijêrên Îngilîstanê ku 14’ê Gulanê de raber kirin girîng e û wiha got: “Îradeyek hat raberkirin û peyama “Em e careke din te nekin Serokkomar” dan rejîmê. Çeka me ya herî mezin yekîtiya me ye. Ev yek wan ditirsîne, em ê ser bikevin.”

Nûnerê TÎP’ê yê Londonê Bektaş Kara jî diyar kir ku gelê li Brîtanyayê peyama pêwîst daye û got, “Sindoq hatin danîn, 5 roj di navbera saet 08:00-22:00’an dikarin deng bên dayîn. Bi taybet divê hevalên me yên ciwan biherikin ser sindoqan.”